Gelê Asûr- Suryan şehîdên berxwedana Xabûrê bi bîr anîn

Gelê Asûr-Suryan salvegera 6`a ya êrîşên DAIŞ’ê li ser til temirê, bi bîr anîn.
Welatiyên Asûr-Suryan diyar kir ku 23`ê Sibata 2015`an “berxwedana Xabûrê” peyameke bi hêz e û tekeziyê bi yekitiya gelê herêmê li hemberî hemû rêxistinên çete dike.

Îro salvegera 6’emîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî navçeya Til Temirê û gundewarê wê ye.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî, endamên sazî, navendên sivîl û leşkerî yên bajarê Hesekê her wiha endamên her du meclisên civakî yên Ermenî, Suryanî, şehîdên berxwedana Xabûrê bi bîr anîn.

Merasima bîranînê li Goristana Şehîdên Suryan-Asûr a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di merasimê de, piştî toraneke leşkerî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sootoro axaftin kirin.

Kesên axivîn jî diyar kirin ku wekî hêzên leşkerî wê li hemberî hemû hêzên terorîst û çeteyan ji bo parastina gelê xwe li herêmên Til Temirê û li herêma Xabûrê, bendekî bi hêz bin

Her wiha gotin ku wê bûyerê îradeya wan kêm nekir, berevajî wê hîna hêz û baweriya wan zêdetir kir da bi pêkhateyên din ên herêmê re li ber xwe bidin.

Merasima bîranînê bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdên berxwedana Xabûrê bi dawî bû.

Back to top button