QSD: Çeteyekî DAIŞ’ê li Şihêla Dêra Zorê hat girtin

Şervanên QSD bênavber têkoşînê dikin û vê dawiyê çeteyekî din ê şaneyên veşartî yên DAIŞê li Dêra Zorê girt.

Hêzên Sûriya Demokratîk/QSD ragihand ku yekîneyên wan ên taybet bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navdewletî, çeteyekî DAIŞê li Şihêl a gundewarê Dêra Zorê girt.

QSD anî ziman ku ev çete tiliya wî di çend kuştinên plankirî yên li dijî rêbendên ewlehiyê de hebû.

Her wiha çek û cilên fermî yên pê re jî, ketin destê şervanan.

Back to top button