YE Tirkiye bi çewisandina bê sedem a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tawanbar dike.
Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell duh Sêşemê, ji ber berdewambûna zextên dewleta Tirk li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek endamên wê, fikarên xwe anîn zimên.
Borrell, girtinên dawîn ên endamên partiyê, guhertina serokên şaredariyan ên hilbijartî, kêşeyên li dadgehan ku vedigerin sedemne siyasî û hewldanên rakirina parastina Parlamenî ji ser endamên Komeleya Niştimanî, weke mînak bi bîr xisitn.
Borrell teqez kir ku, divê Tirkiye weke endameke Meclisa Ewropî, pergala xwe ya demokrasiyê biparêze û rêzê ji mafên mirovan û serweriya qanûn û azadiya partiyên siyasî re bigire.
Wezîrê Derve yê YE diyar kir, ku eger sûçek were kirin, divê lêpirsîneke qanûnî ji bo wê were kirin û tawanbar bê delîl neyên darizandin.