Balafirên şer ên Tirkî Kanî Masî û Binarê Qendîlê bombebaran kirin

Careke din dewleta Tirk dest bi êrîşên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir û bi balafirên şer vê carê gundê Bazê yê Kanî Masî û yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Îro balafirên şer ên dewleta Tirk di saet 09:10’an de, du caran derdora gundê Bazê yê Kanî Masî yê Amêdiyê bombebaran kir.

Der barê êrîşê, agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Balafirên şer berî çend kêliyan rêzeçiyayê Direbî, Bêrimke û nêzî Sûrede yên Binarê Qendîlê jî bombebaran kirin.

Duh jî balafirên dewleta Tirk a dagirker, çiyayê Metîna yê ser bi Dihokê ve bombebaran kir.

Back to top button