Li Bexdayê 2 teqîn pêk hatin

Berbanga îro Çarşemê li paytexta Iraqê Bexdayê, du teqîn li pey hev pêk hatin.

Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku her du teqîn li nêzî devera El-Qahîra û mizgefta El-Nîda’ li nîva Bexdayê rû dan û heta niha sedema wan nayê zanîn.

Di dema dawî de teqîn li Bexdayê zêde bûne û herî dawî Duşema borî du mûşek bi ser Herêma Kesk de hatibûn berdan.

Ji bo vê jî duh Amerîkayê ragihand, ew ê êdî rasterast Îranê tawanbar bikin.

Biden û Kazimî teqezî li ser parastina şandeyên dîplomatîk kir

Girêdayî mijarê, Serokê Amerîkayê Joe Biden di pêwendiyeke telefonî digel serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, li ser girîngiya parastina şandeyên dîplomatîk li Iraqê û rêgirtina li ber têkbirina ewlekariya li welêt li hev kir.

Li gorî navenda serokatiya hikumeta Iraqê, her du aliyan têkiliyên Iraq û Amerîka û hevkariya ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê jî nîqaş kirin.

Back to top button