Xelkên Başûrê Kurdistanê nameyek ji serokwezîrê Brîtanyayê re şand

Bi dehan kesayet û rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, nameyek ji serokwezîrê Brîtanyayê re şand. Kesayetan got: Divê ji bo bidawîkirina şerê Kurd û Tirkan, Amerîka navbeynkariyê bike

Li seranserî cîhanê bangên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bi awayekî berfireh roj bi roj zêde dibin.

Bi dehan kesayetên ji Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorîst”, nameyek ji serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson re şand.

Kesayetên Başûrî di nameyê de da xuyakirin ku domandina hiştina PKK’ê di lîsteya terorê de, tenê bi kêrî rewakirina zextên dewleta Tirk li ser Kurdan tê.

Di nameyê de hate gotin:

“PKK’ê bi ti awayî êrîş nebiriye ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Tevî vê yekê, Amerîka ji bo xweşkirina dilê Tirkiyê, PKK ji sala 1997’an de, xistiye lîsteya reş.”

Di nameyê de her wiha hate gotin ku Tirkiye bi rêya destûra bingehîn, hebûna 25 milyon Kurd û gelên din ên ne Tirk, mendel dike û wan weke Tirk dibîne.

Kesayetên Başûrî diyar kir ku Tirkiye bi serkêşiya Erdogan, bûye dewleteke sponser bo DAIŞ, Ehrar El-Şam, Cebhet El-Nusra û komên din ên terorîst û got:

“Erdogan van koman li Lîbyayê ji bo pêkanîna armancên xwe yên mêtingeriyê, li Sûriyê jî li dijî Kurdan bi kar tîne”

Di nameyê de hate destnîşankirin ku PKK ji bo mafên Kurdan, her wiha rawestandina êrîş û polîtîkayên nijadperest ên Tirkiyê, têdikoşe.

Rewşenbîran di nameyê de da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi rêyên aştiyane, gelek caran agirbest ragihandiye, lê Tirkiye her carê ev yek red kiriye.

Di dawiya nameyê de kesayetên Başûrî diyar kir ku bicihkirina PKK’ê di lîsteya terorê de, bûye sedema berdewambûna şer, lewre divê Amerîkayê navbeynkariyê bo bidawîanîna şerê navbera Kurd û Tirkan, bike, her wiha çareseriyeke mayinde bê dîtin û Rêber Apo ji zindanê bê berdan.

Back to top button