Li çolistana Dêra Zorê 3 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin û balafirên Rûsî jî çolistana Sûriyê bombebaran kir.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li navçeya El-Benca a li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, mayînke çeteyên DAIŞ’ê bi komeke çekdarên bi ser hikumetê ve teqiya û tê de 3 çekdar hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Vê sibehê jî balafirên Rûsî bi 100 mûşekî rêya navbera Himis û Dêra Zorê bi armanca derbekirina şaneyên DAIŞ’ê, bombebaran kir.
50 maşîneyên din ên dagirkeriya Tirkiyê derbasî Idlibê bûn
Li aliyekê din jî, derbaskirina maşîneyên dagirkeriya Tirkiyê ji bo Idlibê didome û duh dagirkeran 50 maşîneyên leşkerî û alavên lojistîk derbas kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, ji Sibata sala 2019 û heta niha zêdeyî 11 hezar maşîneyên dagirkeran li Idlibê hatine bicihkirin.