Şêniyên Şedadê berxwedana QSD’ê silav kir û banga zêdekirina operasyonan kir

Şêniyên navçeya Şedadê operasyonên QSD’ê û hêzên Asayîşê yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê silav kir û banga berdewamkirin û berfirehkirina qada operasyonan kir.

Şêniyên navçeya Şedadê berxwedana hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Asayîşê yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyan DAIŞ’ê silav kir.

Di demên dawî de terora DAIŞ’ê xwe nû dike û êrîşên xwe zêde kirine û di 22’yê Çileya 2021’an de, hevseroka Meclisa Bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê şehîdxistibûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdarbûna YPJ û Hêzên Asayîşê ji bo tolhildana herdu şehîdan operasyoneke berfireh da destpêkirin û tê de kujerê herdu jinan girtin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ayat Îbrahîm diyar kir ku bi ragihandina QSD’ê ku şaneya terorîst a Seida û Hind şehîd xisti ne, girtine re, rehetiyek li herêmê çêbûye.

Piştî ku QSD’ê ragihand wan kujer û hovên herdu jinan girtine, xelkên navçeyê rehet bûn.

Em vê tekoşînê silav dikin û spasiya hemû hêzên ewlehiyê ku li herêmê ji bo aramî û ewlehiya me dixebitin, dikin.

Em banga berdewamkirina operasyonên leşkerî dikin heta ku tevahî şaneyên terorîst ên ku tevlîheviyê li herêmên başûrê Hesekê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikin, tune bikin.

Şêniyê bi navê Salih El-Elî jî destnîşan kir ku jimareke şane bi rêya gefxwarinan, şêniyan ditirsînin, lewra ew banga firehkirina qada têkoşînê dikin.

Em spasya hemû hêzên leşkerî yên li herêmê dikin.

Tevgera şaneyên van hovan li navçeya Şedadê û derdora wê zêde dibe.

Lewra, em bang li hêzan dikin ku qada têkoşîna xwe firehtir bikin ji ber ku jimareke şane bi rêya gefan, xelkên navçeyê ditirsînîn.

Back to top button