
Piştî têkçûyîna li Garê dewleta Tirk zext û êrîşên li ser Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê zêdetir kiriye.
Serokê Meclîsa Tirk diyar kir ku 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê û eşkere kir ku di nava wan de fezlekeyên parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene.
Her wiha pîştî ceza dayîna parlamenterê bajarê Koaelî yê HDP’ê Omer Faruk Qergerlîoglu vê carê jî hevserokên bajêr ên Kocaelî û navçeyên wê jî di nav derbarê 27 endamê HDP’ê de doz vekirin.
Dozê jî bi îdaya endamtiya rêxistinê vekirin.
Rûniştina dozê îro pêk hat û di encam de hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû dema ku sewqî girtîgeheke din hatibû kirin, lêgerîna bi tazî û şîddet li wê hatibû kirin.
Piştî vê êşkenceyê êdî agahî ji Hatîpoglû nayê stendin. Bavê wê serî li Komeleya Mafên Mirovan da.
Malbat bi jiyana keça xwe bi fikar in.