Hikumeta Iraqê vegera welatiyên xwe yên li Kampa Holê lêkolîn dike

Ji bo çareserkirina dosyaya vegera penaberên Iraqê yên li Kampa Holê, berdevkê Fermandariya operasyonên hevbeş yê Iraqê Tehsîn El-Xefacî diyar kir ku ew li ser vê dosyayê kar dikin. Li Iraqê jî di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, serçeteyek di nav de, 4 çete hatin girtin.

Berdevkê Fermandariya operasyonên hevbeş yê Iraqê Tehsîn El-Xefacî diyar kir ku ew li ser çareserkirina dosyaya penaberên Iraqî yên li Kampa Holê kar dikin.

Piştî gelek bangan him ji Rêveberiya Xweser û him jî ji penaberên Iraqî bixwe, da ku ji kampa Holê werin derxistin û vergerin welatê xwe, hikumeta Iraqî nû dikeve tevgerê.

Heta destpêka vê salê jî, Wezareta Penaberî û Koçberiyê ya Iraqê digot em van penaberan venagerînin, ji ber xeteriya wan li ser ewlehiya welêt heye.

Fermandarê Îraqî Tehsîn El-Xefacî di hevpevînekê li gel Ajansa Nûçeyan Wa’ a Iraqî de da zanîn ku ew niha li ser mijara Kampa Holê dixebitin, lê ti hûrguliyên zêdetir der barê vê yekê de bi par ve nekir.

Li Kampa Holê, penaberên Iraqî, ji DAIŞiyên Iraqî, hatine cudakirin.

Li gorî dawîn bîlançoya Rêveberiya Kmapê jî, bi giştî derdora 30 hezar Iraqî hene.

Di sala 2014’an de, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Mûsilê bi hezaran xelkên Iraqê berê xwe dan Sûriyê û li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê hatin bicihkirin.

Hêzên Antî-Teror yên Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Ji bo dosyaya têkoşîna li dijî hebûna DAIŞ’ê li ser sînorê Iraqî- Sûrî jî, el- Xefacî diyar kir ku ew niha lêkolîn dikin.

Di vê çarçoveyê de, Berdevkê hêzên artêşa Iraqî Yehya Resûl ragihand ku hêzên Antî-Teror roja Çarşemê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li parêzgehên Bexda, Kerkûk û Diyalayê opreasyonên cuda kirin û di wan de, 3 DAIŞ’î hatin girtin.

Li Bexdayê, serçeteyê bi navê “Pilingê Bexda”hat girtin

Hêzên Istixbarata Iraqî jî eşkere kir ku hêzên wan li rojavayê Bexdaya paytext operasyonek pêk anî û serçeteyê ku navê wî “Nimir Siwêd” û wek “Pilingê Bexdayê” tê naskirkin, kete destên wan.

Back to top button