“Divê Dadgeha Temyîzê li biryara sizakirina girtiyên Behdînanê vegere”

Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl a Silêmaniyê ji bo berdana girtiyên Behdînanê, daxwaznameyek radestî Desteya Dadwerî û Dadgeha Temyîzê kir.

Federasyonê di daxwaznameyê de diyar kir ku, sizakirina girtiyan weke tolhildanekê ye, ji ber ku bêyî hebûna ti belgeyan hatiye kirin.

Federasyonê her wiha di daxwaznameyê de bang li endamên Dadgeha Temîzê kir ku biryara sizakirina rojnameger û çalakvanan baş lêkolîn bike û ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.

Çalakvanên Hewlêrê jî di vê çarçoveyê de da xuyakirin ku ev biryar partiyetî ye û berî ku derkeve, hatibû standin.

Back to top button