Amerîka: Heta Îran pabendî peymanê nebe em cezayan ji ser ranakin

Ji bo vegera li peymana nuklerî ya sala 2015’an, Amerîka û Îranê xwe dane benda hev, gelo wê kî gava destpêkê bavêje? Amerîka dibêje, heta Îran pabendî peymanê nebe, ew cezayan ji ser wê ranakin.
Jixwe di nava Amerîkayê de helwestên hîn tundtir jî derketine û herî dawî bêhtirî 40 sernatorên komarparêz, proje-biryarek amade kiriye, tê de dijberiya xwe bo çi tevgereke sivikkirina cezayan ji ser Îranê nîşan didin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku sebra wan li ser Îranê ji bo vegera li peymana nuklerî ya sala 2015’an, xwedan sînorekî ye.

Îranê heta niha bersiva banga Amerîka ya hefteya borî ji bo pêkanîna danûstandinan di civîneke hevbeş bi welatên Ewropî re nedaye.

Price diyar kir ku, gavên Îranê yên binpêkirina peymanê, Amerîka xist cihê berhengariyê û got:

”Em guman dikin ku rêya herî bikêr ji bo ku Îran çekên nuklerî bi dest nexe, rêya dîplomasî ye.”

Ji aliyê xwe ve Koşka Spî duh ragihand ku heta Îran pabendî xalên peymanê nebe, ew ti cezayan ji ser wê ranakin.

Duh nûnerê Îranê li Ajansa Atomî ya Navdewletî Kazim Xerîb hişyarî dabû ku eger dorpêç ji ser welatê wî neyê rakirin, ew ê hemû tomarên kamîreyên çavdêriyê yên li kargehên Îranê yên nuklerî werin jêbirin.

Bêhtirî 40 Senatorên Komarparêz rakirina cezayan ji ser Îranê red kir

Senatorê Komarparêz Thomas Cotton tevî bêhtirî 40 sînatorên din ên komarparêz, proje-biryarek arasteyî Senatoyê kir, tê de teqez dikin ku nabe bi ti awayî ceza ji ser Îranê bên rakirin.

Li gorî proje-biryarê, nabe Îran karibe bigihêje pergala darayî ya Amerîkî.

Senatorên Amerîkî ku ev proje-biryar îmze kiriye dibêjin:

” Divê ceza ji ser Îranê ranebin, heta ku dev ji helwesta xwe ya nuklerî berde û desteka tundî û terorê li herêmê rawestîne.
Îranê lawaziya siyasetên Obama keysbaz kir, divê Biden nekeve heman şaştiyan.”

Back to top button