Efrîn..bi revandina 13 sivîlan, dewleta Tirk li ser teqîna gundê Basûtê dinixumîne

Dewleta Tirk 13 kes, jê 4 jin, bi armanca nixmandina teqîna li gundê Basûtê yê Şrewaya Efrînê, revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, di nav de 4 jin, bi dehan xizmên qurbanên teqînê revandin.

Li gorî wê, şêniya bi navê

Rêvan Ehmed Necar

Hêlîn Betal Xidro 28 salî

Sozan Betal Xidro 25 salî

Emîne Mistefa Qasêm 60

Newzet Hesen Tobal 70 salî

Omîd Ekrem Tobal

Dewran Omer Ebûş

Ebdo Misto Qasêm û sê kurên wî

Şedî Betal Xidro 36

Mihemed Betal Xidro 43

hatine revandin û rastî her cure êşkenceyan tên da ku li kirina teqînê bikin sûcê wan.

Li gel wê jî, rêxistinê ragihand ku dewleta Tirk heta niha cenazeyên Heyfe Şerîf Qasêm û Newzet Ehmed Tobal nedane malbatê.

Dagirkeran du sivîl ji navçeya Raco û Şiyê revandin

Li navenda Efrînê jî, çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Mihemed Soran ê 42 yê ji gundê Meydan Ekbez yê navçeya Raco revand.

21’ê Sibatê, çeteyan ji bo standina pereyan, ew sivîl revand.

Beriya sê hefteyan jî, çeteyan ciwanê bi navê Beşar Umer Bekir yê ji gundê Qermitliq yê navçeya Şiyê revand.

Li gorî Rêxistinê, ciwanê 18 salî li bajarê Ezazê hate revandin û heya niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî diyar kir ku dagirkeran ji dest pêka vê di nav de zarokek û 10 jin, 65 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin.

Back to top button