
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller, re civiya.
Duh, Mesrûr Barzanî digel Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê, rewşa Iraqê û xurtkirina pêwendiyên Başûr û Amerîkayê gotûbêj kirin.
Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller li hember gef û êrîşên DAIŞ’ê, piştgiriya welatê xwe ji bo Başûrê Kurdistanê bi taybet piştî teqîna Hewlêrê nîşan da.
Tueller piştgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya diyaloga stratejiya Amerîkî – Iraqî dupat kir.
Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevaniya Amerîka û hêzên Koalîsyonê kir.