Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê 2. Konferansa xwe li dar xist

Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê duyemîn Konferansa xwe lidarxist. Di konferansê de rapora xebatên 4 salan hete xwendin û niqaşkirin û endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin.

Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê bi amadebûna 100 endamên xwe duyemîn Konferansa xwe bi dirûşmeya ‘Em ê bi îradeya gel sîstema demokratîk ava bikin’ lidarxist. Konferansa pêşkêşî Şehîd Diyar Xerîb hate kirin.

Seyid Xalid axaftina vekirinê ya konferansê kir û diyar kir ew konferansê ji bo bi rêxistin kirina jiyana xwe lidardixin.

Seyîd Xalid da zanîn rêveberiya başûr bi siyaseta xwe ya xelet gel bê hêvî kiriye.

Seyîd Xalid bal kişande li ser êrîşên dewleta Tirk jî wiha got,

“Qendîl nasnameya gelê Kurd e û divê hemû kes lê xwedî derkeve.”

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî axivî û lidarxistina Konferansê pîroz kir

Di konferansê de peyama KCK’ê jî hate xwendin. Di peyamê de hate gotin di demekî ku Iraq û Herêma Kurdistanê di nava qeyranan de ye, li darxistina konferansê ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêngavek girîng e.

Back to top button