Artêşê Ermenistanê îstifaya Paşînyan xwest, Paşînyan jî serfermandar ji wezîfeyê girt

Artêşa Ermenistanê xwest serokwezîr Nîkol Paşînyan dest ji wezîfeyê berde. Paşînyan jî ragihand ku wî Serfermandarê artêşê ji erkê girtiye. Rûsya ragihand ew ji rewşê bifikarin, Tirkiye hewildanên darbeyê bi tundî şermezar kir.

Piştî şerê li Qerebaxê yê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ku di encamê de nîvîyê Qerebaxê ji destê Ermeniyan hat girtin, aloziya li Ermenistanê û nerazîbûnên li dijî serokwezîr Nîkol Paşînyan dewam dike.

Artêşa Ermenistanê bi hênceta ku ji bo gelê Ermenî biryarên têrker nedane xwest Paşînyan û Hikumeta wî dest ji wezîfeyê berde.

Serfermandarê artêşê û fermadarên payebilind bi belavokekê banga îstifiyê li Paşînyan kirin.

Di belavokê de hate gotin,

“Artêşa Ermenistanê dixwaze ku serokwezîr û hikumet dest ji kar berdin.

Di heman demê de hişyarî dide ku li dijî mirovan hêzê bikarneynin.”

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku ev belavoka li dijî wî banga darbeyê ye û bang li alîgirên xwe kir ku dakevin kolanan.

Her wiha Paşînyan raginad ku wî serfermandarê artêşê Onik Gasparyan ji wezîfeyê girtiye.

Paşînyan li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da,

Îro min bîryara ji wezîfe girtinê ya Onik Gasparyan îmze kir.

Ez vê daxuyaniyê weke hewldanan darbeyê dibînim.

Divê em şoreşê biparêzin.

Em di rewşeke gelek zehmet de ne.

Divê gel li desthilatê xwedî derkeve.

Paşînyan da zanîn ew ji ber binketina li Qerebaxê xwe berpirsyar dibîne û got, “Hin pirsên gel ji rayedarên artêşê jî hene, ew jî nikarin ji van pirsan birevin.”

Hat ragihandin wê Paşînyan îro li meydana komarê ji gel re biaxive.

Rûsya: Em ji rewşa li Ermenîstanê bifikarin

Piştî van bangawaziyan daxuyaniya despêkê ji Rûsya derket.

Berdevkê Koşka Kremlîn Dmitriy Peskov diyar kir ku ew ji rewşa dawî ya li Ermenîstanê bi fikarin.

Peskov anî ziman ku ew rewşa li welat ji nêz ve dişopînin û banga aramiyê li aliyan kir.

Tirkiye hewildanên darbeya li Ermenîstanê şermezar kir

Wezareta Karê Derve yê Tirkiye jî helwesta xwe ya li ser rewşa li Ermenîstanê diyar kir.

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu di dema serdana xwe ya li Macerîstanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê hewildanên darbeya li Ermenîstanê şermezar kir.

Back to top button