Almanya li endamê îstixbareta Şamê 4.5 sal ceza birî

Sîxurekî berê yê rejîma Sûriyê ku li Almanyayê dihate darizandin ji ber ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ hate cezakirin.
Dozgeriyê 4.5 sal ceza li endamê berê yê îstîxbaratê Eyad el Gharîb yê hikumeta Şamê birî.
Ev yek cezayê yekemîn ê girtîgehê ye ku li derveyî welat li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên hikumeta Şamê hatiye birîn.

Doz li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê pêk hat û endamê berê yê îstîxbaratê Eyad el Gharîb sûcdar hate dîtin.

El Gharîb ku sala 2012’an ji hêzên rejîmê cihê bû û çû Almanyayê, bi tewanê di Îlon û Cotmeha 2011’an de ji girtina bi dehan xwepêşandêrên li Dûmayê berpirsyar bû û ew radestî navendeke êşkenceyê kiribû hate cezakirin.

Ji ber sûcê li dijî mirovahiyê 4.5 sal cezayê girtîgehê li Eyad el Gharîb hate birîn.

Biryar ji aliyê Sûriyeyiyên li Almanyayê tevlî dozê bûn hate silavkirin û hate ragihandin ku ev biryar dikare bibe mînak.

Wezareta Karên Derve ya Alman jî biryar weke ‘dîrokî ye’ pênase kir.

Ev yek cezayê yekemîn ê girtîgehê ye ku li derveyî welat li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên rejîma Sûriyeyê hatiye birîn.

Di doza ku par 23 Nîsanê dest pê kir de, kesê bi navê Anwar Raslan jî tê darizandin.

Ev kesê navborî bi sûcên hîn girantir tê sûcdarkirin.

Di rûniştina 10’ê Adarê de Raslan wê ji ber rola xwe ya di êşkencekirina 4 hezar girtî û kuştina 58 kesî de bê darizandin.

Dadgeheke Almanya 10 sal û 6 meh ceza li serçeteyekî DAIŞ’ê birî

Her wiha serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Ehmed Abdulezîz Abdullah ku tevna tundraw li Ewropayê bi rê ve dibir û ciwan dişandin Sûriye û Iraqê derket pêşberî dadgeha Almanya.

Dadgehê jî 10 sal û 6 meh ceza li serçeteyê DAIŞ’ê birî.

Back to top button