Zexta li dijî rojnamevanan li Silêmaniyê hate şermezarkirin

Nerazîbûnên li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya girtina 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê berdewam dikin.
Parêzer, çalakvan, parlementer û welatiyên Silêmaniyê li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê nerazîbûna xwe nîşandan û daxwaza betalkirina biryarê kirin. Hate gotin biryar siyasiye.
Her wiha rojnamevan û çalakvanên Behdînanê yên ku hatine girtin jî 9 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Nerazîbûnên li dijî biryara Dadgeha Hewlêrê ya cezakirina 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê berdewam dikin.

Bi vê armancê gelek rojnamevan, çalakvan, parlementer û welatiyên Silêmaniyê li ber Baxê Giştî yê bajêr çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşma “Silêmanî li pişt Behdînane” hate gotin. Li ser navê Parêzerên Silêmaniyê Parêzer Dilman Salih peyamek xwend û got;

“Dadgeha ceza ya Hewlêrê biryarek ne dadwerane li dijî azadîxwazan daye. Bê mafiyek zêde di biryarê de heye.

Ji bona wê em daxwazê ji Dadgeha Temîzê dikin vê biryara xelet rast bike û biryara girtina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê betal bike.”

Li ser navê malbatên girtiyên Behdînanê Eyhan Seîd jî daxuyaniyek da û diyarkir ku biryar ne yasayî, siyasî ye. Armanc bêdengkirina gelê Behdînanê ye.

Eyhan Seîd dazanîn ku ew bi kuştin û girtinan ve li hember zilmê bêden namînin.

Eyhan Seîd bang li rayedarên PDK’ê kir ku zûtirîn demê de ji biryara xwe ya şaş vegerin.

Rojnameger û çalakvanên Behdînanê ev 9 roje di greva birçîbûnê de ne

Di girtîgehê de 5 rojnameger û aktîvîsên Behdînan ên li her yekê 6 sal cezayê girtîgehê li wan hatî birîn ev 9 roj in di greva birçibûnê de ne.

Destûr nayê dayîn parêzer û malbatên wan serdana wan bikin.

Ji bo piştgiriya girtiyên Behdînan 21’ê Sibatê de endezyar Herêm Mehmud û mamosta Elî Hemesalih li Germiyan ji bo heftiyekê dest bi greva birçîbûnê kirin û ev 5 roj in di grevê de ne.

Back to top button