Amerîka û Îsraîl wê ji bo dosya Nûkleerî ya Îranê bicivin

Amerîka û Îsraîl bi armanca ji nû ve destpêkirina xebat û nîqaşên derbarê dosya nûklerê ya Îranê, wê lihev bicivin.

Li gorî malpera Axios ya amarîkî, DYA û Îsraîl derbarê ji nû ve destpêkirina civînên koma xebata stratejîk a Îranê li hev kirin.

Tê payîn ku ku di rojên pêşîn de dê yekemîn civîn der barê agahiyên istîxbaratê yên bernameya nûkelerî ya Tehranê, were lidarxistin.

Piştî serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Qesra Spî di 2009’an de, koma xebatê ya behsa mijarê hate damezrandin.

Li gorî malpera Amarîkî, di civîna ku wê bi rêya online were lidarxistin, Îsraîl wê giringiyê bide agahiyên istixbaratî û daneyên der barê bernameya nûkleerî ya Îranê.

Back to top button