Di seatên êvarî de artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyê Şera û Şêrawa yên herêma Efrînê topbaran kirin.
Artêşa Tirk gundê Mer-enaz, Malikiyê, Şewarxa, Kişte-ar, Elqemiyê û Kela Şewarxa yên navçeya Şera û gundê Suxonekê yê Şêrawayê topbaran kirin.
Di encama topbaranê de heta niha ti agahiyên piştrrast nehatine bidestxistin.
Her wiha duh jî artêşa Tirk êrîşî gundewarê Til Temirê kir û di encamê de ciwanekî 24 salî ku ji gundê Debîbe yê başûrê bajêr e, birîndar bû.
Niha jî ew birîndar li nexweşxaneya Recaa ya li bajarê Hesekê tê tedawîkirin.