Li Kerkûkê 2 çekdarên Heşda Şebî hatin birîndarkirin

Li Kerkûkê, li ser destê çeteyên DAIŞ’ê 2 çekdarên Heşda Şebî hatin birîndarkirin û li Hewlêr serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Çavkaniyeke ewlehî Iraqî ragihand ku Pêncşemê li başûr-rojvayê parêzgeha Kerkûkê komeke hovên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke Heşda Şebî kir.

Vê komê ji du aliyan ve êrîş pêk anî û çekdarên Heşdê jî bersiva êrîşî da û di encamê de, 2 çekdar hatin birîndarkirin.

Li Hewlêrê jî serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Her wiha duh jî, hêzên Îstîxbarata Iraqî di operasyonekê de, serçeteyekî DAIŞ’ê li Hewlêrê girt.

Ev serçeteyê ku hatiye girtin bi navê Beşar El-Idwanî tê naskirin û weke berpirsê kuştinên plankirî hatibû erkdarkirin.

Back to top button