Amerîka bi balafirên şer êrîşek li dijî deverên Îranî pêk anî

Weke bersiv bo êrîşên li ser Hewlêr, şevê din ji aliyê balafirên şer ên Amerîkî ve, li ser deverên çekdarên Îranê yên li Rojhilatê Sûriyê, êrîşek pêk hat. 

Wezareta Parastinê ya Amerîkî, Pentagon, ragihand ku ev êrîş rasterast bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden û li gorî ku hatî plankirin pêk hat.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ku ev êrîşa asmanî, li dijî rêxistinên Ketaib Hizbullah û Ketaib Seyid Eşuheda’ ku li Sûriyê ne û desteka xwe ji Tehranê werdigirin, hat kirin.

SOHR: 22 alîgirên Îranê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kir, ku êrîş gava karwaneke çekan ji dergeha Qayîm a Iraqê derbasî erda Sûriyê bû, rû da û tê ku piraniya wan ji Hizbellha Iraqî û Heşda Şabî ne, 22 çekdar hatin kuştin.

Bertek ji Rûsya jî hat, ku ev êrîşên Amerîkî li ser Sûriyê binpêkirina qanûna navdewletî ne.

Back to top button