Konseya Ewlekariyê dengdanê li ser agirbesteke giştî dike

Îro Konseya Ewlekariyê ya NY dengdanê li ser proje-biryara agirbesteke mirovî ya giştî û berdewam, ji bo rêdana belavkirina derziyên Coronayê, dike.

Proje-biryar ji aliyê Brîtanyayê ve hatiye amadekirin û ji bo ku were destgirtin, divê 9 endamên Konseyê erê bikin, bê ku ti welatên mayînde yên Konseyê red bikin.

Konseya Ewlekariyê bal kişand ser rewşa xirab li parêzgeha Me’rib a Yemenê û êrîşên Hûsiyan şermezar kirin û banga rawestandina yekser û bêmerc a van êrîşan kir.

Konseyê, her wiha, bang li Hûsiyan kir ku rê bidin serdanan şarezayên NY, da karibin embara Safir a petrolê çaksaz bikin.

Tê zanîn, embara Safir di keştiyekê di nava Deryaya Sor de ye û rojane bêhtirî milyonek bermîlên petrolê dihewîne û ji aliyê navdewletî ve weke gefeke mezin a bobelateke jîngehî, tê dîtin.

Back to top button