El-Debîba: Aramnca hikumeta me yekîtiya gelê Lîbyayê ye

Serokê hikumeta nû ya Lîbyayê Ebd El-Hemîd El-Debîba di yekemîn konferansa hikumetê de teqez kir ku aramnca wan, yekîtiya gelê Lîbyayê ye û bang li Parlamenê kir ku baweriyê bide wan.
Fransayê jî li ser zimanê wezîrê xwe yê derve teqez kir, ku ew ê desteka meclisa serokatî û hikumeta Lîbî bike û bi wan re hevkar be.

Ebdul Hemîd El-Debîba, serokê hikumeta nû ya Lîbyayê , bang li Parlamena welêt kir ku alîkariya hikumeta Lîbî bike û teqez kir, ew ê desteka lihevhatina niştimanî û welatên cîran berdewam bikin.

El-Debîba daxwaz ji dezgehên ragihandinê kir ku rêzê ji hewldanên hikumetê yên ji bo lihevhatina niştimanî re bigire û got:

”Em pêşketineke rasteqîn bo gelê Lîbyayê dixwazin, da karibe hêza xwe bi dest bixe.”

Serokê hikumeta Lîbî destnîşan kir ku hikumeta wî hemû pêkhateyên Lîbî vedihewîne û nûnertiya hemû Lîbiyan dike.

Her wiha teqez kir, ew ê xwe bispêrin desteyên ku karînên jinan bêhtir bipêş dixin.

Li Lîbyayê, ji ber hişmendiya zayendperestiyê, cihgirtina jinan di hikumetê de ji berî bi dehan sal û heta niha tune bû.

Niha tevî beşdarbûna wê ya kêm jî, tê gotin ku wê ji bo gerandina rola jinê xebat bên kirin.

Le Drian soza destekdayîna Fransa bo meclis û hikumeta Lîbî da

Di heman çarçoveyê de duh Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi rêya telefonê bi serokê meclisa serokatiya Lîbî Mihemed El-Menfî re axivî.

Le Drian, El-Menfî hilbijartina hikumet û meclisa serokatiyê pîroz kir û teqez kir, ew ê desteka meclis û hikumeta Lîbî bikin û bi wan re hevkar bin.

Ji aliyê xwe ve, El-Menfî, rola Fransa ya ji bo destekdayîna diyalogên Lîbî li Cinêvê bi ya girîng bi nav kir.

Lîsteya el-Menfî û el-Dibîba di dengdana 5 Sibatê de bi ser ket û ji bo birêveberina Lîbya heta lidarxistina hilbijartinên serokatiyê hatin bihjartin.

Back to top button