ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 113’AN DE YE

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê li başurê Kurdistanê dewam dikin.
Çalakiya Nasir Yagiz di roja 113’an de ye.
Îro Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd jî dinav de şandeyek ji KNK’ê serdan Yagiz.
Li Silêmanî û Wargeha Mexmûrê jî çalakiyên dorveger bi komên nû didomin.

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 113’an de ye.

Nasir Yagiz her ku diçe rewşa wî ya tendûrstiyê xirab dibe.

Lê tevî vê yekê jî bi israr e ku çalakiya xwe dewam bike.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/heyeta-knk-e-serdana-nasir-yagiz-kir-29629

Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd serdan Nasir Yagiz kirin.

Di serdanê de Rêbwar Reşîd balkişand ser berxwedana çalakvanên grevên birçîbûnê û got:

“Sazî û dezgehên Ewropî ji çalakiya grevê û tecrîdê haydar in û bandor li wan kiriye.

Kêm jî be nerazîbûnên aliyên demokratîk û muxalîfê heye.”

Li ser navê Nûnertiya HDP’ê jî Muzeyen Guneş xêrhatina heyetê kir.

ÇALAKIYA LI BAJARÊ SILÊMANIYÊ DI ROJA 89’AN DE YE

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a li bajarê Silêmaniyê hatiye destpêkirin di roja 89’an de ye.

Koma 45’an ku ji welatiyên her çar beşên Kurdistanê pêkdihat, çalakî dewr girtin e.

Li ser navê koma 45’an Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî, axivî û got:

“Greva birçîbûnê çalakiyek netewî ye.

Çalakî li her çar beşên Kurdistanê, li girtîgeh û li dervey welat jî didome.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROA 53’AN DE YE

Çalakiya li wargeha Mexmûrê jî ku di roja 88’an de ye bo koma 30’mîn ve dewir hat girtin.

Li ser navê koma 29’emîn Dr. Mihemed Ûnver axivî û got:

“Her Kurdê ku li kuderê dibe, bila bibe pêwîste erka xwe ya mirovî, welatparêzî û netewî bicih bîne.”

Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok di roja 53’an de bi biryardariyek xurt çalakiya xwe berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button