Dewleta Tirk li dora Eyn Îsayê radar bi cih kirin

Artêşa Tirk a dagirker hemwextî êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê, li bircên baregehên xwe yên li ser axa Sûriyê, radar bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li 2 baregehên li nêzî rêya M4 radar bi cih kirin.

Ji dîmenan xuya dibe ku dewleta Tirk radar li baregeha xwe ya li nêzî gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsayê li rex birca çavdêriyê bi cih kirine.

Li gorî agahiyan, ev pergala ku hatiye bicihkirin ji bo parastina asîmanî ye û li dijî dronan e.

Tevgerên dewleta Tirk hemwextî topbarankirina Eyn Îsayê û gundên li nêzî rêya M4 û hewldanên derbasbûna herêmê pêk tên.

Back to top button