
Balafirên şer ên Rûsyayê eniya Kebane ya li Çiyayê El-Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê bombebaran kir.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li “herêma bêçek” nuqteyên hev tobparan kirin.
Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li eniya Kebane ya li gundewarên bakurê Lazîqiyê 5 êriş pêk anîn.
Heta niha agahiyên li ser windahiyên canî ne-hatine bidestxistin.
Her weha Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Fetîra, Kensefra, Sifohin, Bare, Filêfil, Bênên û El-Riweyha yên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.
Çeteyên dewleta Tirk jî bersiva topbaranê dan û herêmên El-Berîc û eniyên li Çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê ku hêzên hikumeta Şamê lê serwer in, topbaran kirin.