Îngilistan ji bo welatiya xwe ya DAIŞ’î Begum vernegire ew ji welatîbûnê derxist

Ji bo welatiyên xwe yên DAIŞ’ê wernegirin her tiştî dikin.
Dozgeriya Îngilistanê ji bo jina DAIŞ’î Şamîma Begum venegerêne welat ew ji welatîbûnê derxist.
Îngilistanê jina DAIŞ’î weke welatiya Bangladeşê destnîşand kir.
Lê Wezareta Karê Derve ya Bangladeşê jî ev yek red kir.

Rêxistina çeteyan a li cihanê herî metirsîdare ku ji aliyê herkesê ve tê pejirandin DAIŞ’e.

Her hes li dijî wê şer dike û dixwaze vê metirsiyê ji holê rake.

Ango ev gotin û daxuyaniyên li ser çapemeniyê tê gotine.

Dema mijar hat pratîkê ew dengên bilind bi carekê de qut dibin.

Îngilistan derê xwe girtiye û bi ti awayî vegerandina welatiyên xwe yên DAIŞ’ê ji bo dadgehkirinê napejirîne.

Dadgeha Bilind a Îngilistanê, bi biryarekê vegera jina DAIŞ’î Şamîma Begum ya welatiya Îngilistanê ye red kir.

Beriya 2 salan bi hinceta ewlekariya netewî dixe metirsiyê Begum ya 21 salî ji welatîbûyînê hatibû derxistin.

Jina DAIŞ’î Begum ya xwest li welatê xwe vegere di Tîrmeha 2020’an de serî li Dadgeha Temyîz ya welat dabû.

Lê Dozgeriya Bilind ev daxwaz redkir û ragihand ku ev biryar bi piraniya dengan hatiye girtin.

Li gorî qanuna navnetewî ji bo kesek ji welatîbûnê were derxistin, divê herî kêm hemwelatiyê welatek din be.

Begum derxistina xwe ya ji welatîbûyîna Îngilistanê bi bêhiquqî binav dike.

Îngilistan jî dibêje, cihê dayîkbûnê yê Begum Bangladeşe.

Lê Wezareta Karê Derve ya Bengladaşê sala derbasbûyî ragihandibû ku Begum ne welatiya wan ne.

Jina DAIŞ’î Begum dema 15 salî tevî du kesên din ji Londra berê xwe didin Sûrî û tevlî çeteayan dibin.

Begum niha li kampek bakur û Rojhilatê Sûrî yê dibin kontrola QSD’ê de ye.

Weke Begum bi hezaran malbatên DAIŞ’ê li Kampa Holê hene lê, welatên wan di mijara girtina wan de bêdengin.

Ji ber vê yekê dengê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya di qada navnetewî de tenê li ser ekranên televsionan tê kirin.

QSD û Rêveberiya xweser ya barê van çeteyan radikin, bi tenê hatine hiştin.

Back to top button