Li Nîjerya zêdeyî 300 xwendekarên keç hatin revandin

Li rojavayê bakurê Nîjeryayê çeteyan dibistaneke zarokên keç dagir kir û bi sedan xwendevan revand.

Li gorî nûçeya AFP’ê, zêdetirî 300 zarokên keç hatine revandin û kesên êrişkar daxwaza fîdye kirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku mamostayên dibistanê diyarkirine ku ew bi telefonê agahdar bûne, xwendevan hatine revandin.

Heftiya borî 42 zarok ji eyaleta Nîjeryayê hatibûn revandin.

Kanûnê jî li eyaleta Katsînayê ji 300’î zêdetir zarokên kur hatibûn revandin.

Li gorî rapora Koma Krîzê ya Navnetewî ku Gulana 2020’an hatî weşandin tundiya krîmînal ji 2011’an û wir ve zêde bûye.

Ev yek bûye sedema mirina 8 hezaran kesan û kiriye ku 200 hezar kes mal û milkên xwe berdin.

Li welêt pirî caran heywan têne dizîn û her wiha di ber fîdeyeyê de mirov têne revandin.

Wê 5 hezar çeteyên Boko Haram derkevin pêşberî dadgeha Nîjerya

Her wiha ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram yên ji 2009’an ve zêdeyî 20 hezar kes hatine kuştin.

Li Nîjerya, 5 hezar çeteyên Boko Haram yên girtî wê werin dadgehkirin.

Back to top button