Artêşa darbekar ya Myanmarê encama hilbijartina 2020’an red kir

Artêşa Myanmar ya ku li welat darbe pêk aniye, ragihand ku encama hilibjartina 2020’an ne derbasdare.
Her wiha jimara xwepêşandêrên ji aliyê polîsan ve hatine kuştin jî derket 6’an.

Li Myanmara ku 1’ê Sibatê artêşê lê darbe pêk anî, alozî kurtir dibe.

Artêşa ku di rêveberiya welat de israr dike, encama hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an ku partiya lîdera welat Aung San Suu Çii qezenckirî red kir.

Serokê Komisyona Hilbijartina Yekîtiyê Thein Soe ya piştî darbeyê hatî avakirin ragihand ku di hilbijartinê de nelirêtî pêk hatine û ji ber vê yekê ew necama hilbijartin nederbasdare.

Ji nunerê 93 partyên siyasî tenê 53 beşdarî civîna Komisyonê bûn.

Jimara xwepêşandêrên mirî gihişt 6’an

Li aliyekî din bîlançoya kesên di êrîşên polîsan yên li dijî xwepêşandêran de mirine zêde dibin.

Li gorî çapemeniya herêmê ji roja xwepêşandêran li dijî darbeyê despê kirî heta niha 6 kes mirine û bi dehan jî ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

Herî dawî 2 xwepêşandêrên 20’ê Sibatê birîndar bûbûn, ji ber birîna wan ya giran jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button