Berxwedana li girtîgehan 92 roj li pey xwe hişt

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li girtîgehên Tirkiyê ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 92 roj in li ber xwe didin. Her wiha çalakiyên piştgiriyê li Mexmûr û Yewnenistanê dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 19’emîn dewr girtiye di roja 92’yemîn de dewam dike.

Greva li Mexmûrê di roja 71’emîn de ye

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Rêber APO, çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin.

Çalakiya ku li Meclisa Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 71’emîn de didome.

Çalakiya li Yewnanistanê di roja 54’emîn de ye

Penaberên ku li Kampa Lavrîo لافريو ya Yewnanistanê dimîn jî ji bo piştgiriya çalakiya grevê ya li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Ev grev jî di roja 54’emîn de didome.

Dayikên Aştiyê bi parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulû re civiyan

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê û muxalefet di vê mijarê de berpirsiyariyê bigire ser milê xwe bi Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn.

Dayik di hevdîtinê de axivîn û çalakiya greva birçîbûnê ya sê mehan li pey xwe hişt bi bîr xistin.

Dayikan got:

“Serokkomar bi zimanê şer diaxive. Divê li Meclîs bikeve dewrê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê were bicihanîn.”

Sezgîn Tanrikûlû li daxwazên dayikan guhdar kir û destnîşan destnîşan kir ku ew ê li ser vê mijarê raweste û tişta bikeve ser milê wî dê bike.

Dayîkên girtiyan: Tu hêz nikare li ber têkoşîna dayîkan bisekine

Li gel wê jî malbatên girtiyan banga hestyariyê dikin û piştgiriya zarokên xwe dikin.

Di vê çarçoveyê de dayika Îhsan Topuz, Halîme Topuz anî ziman ku tu hêz nikare li ber têkoşîna dayîkan bisekine, qey tenê ji bo kurdan mafên mirovan tune ye.

Yadê Halîme got:

“Ez 27 sal in ji kurê xwe dûr im û di hesreta wî de me. Qey kezeba me ne kezeb e.

Ev şer û gengeşî êdî bila biqede û rêya çareseriyê bê vekirin.”

Dayika Mehmet Alî Baykal, Fatma Baykal jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin mirinê naxwazin. Bila dengê me biçe dinyayê.

Back to top button