
5’emîn konfransa Akademiyên Civaka Demokratîk li Amûdê pêk hat. Di konferansê de li ser girîngiya avakirina akademiyan hat nîqaşkirin.
Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso jî di konferansê de axivî û girîngiya vekirina akademiyên nû û berdewamkirina dewreyên perwerdeyê anî ziman.
5’emîn konfransa Akademiyên Civaka Demokratîk bi diruşmeya ‘Bi felsefe û zanista azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve’ li hola avahiya Meclisa Qanûnsaz a navçeya Amûdê pêk hat.
90 delegeyên ji 22 akademiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûn.
Di destpêka konferansê de berdevkê Komîteya Akademiyên Civaka Demokratîk Îbrahîm Eseed bi zimanê erebî û endamê rêveberiya Beşê Lêkolînan Aram Koçer bi zimanê kurdî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya avakirina akademiyan xwendin.
Axaftvanan diyar kirin ku girîng e ku akademiyên vê sîstemê bi ast û hejmareke guncaw bên avakirin û gotin:
“Wekî ku kadroyên akademiyan bêyî bingehên modernîteya demokratîk tu wateya wan nîn e.
Bingehên modernîteya demokratîk jî bêyî kadroyên akademiyan tu wateya wan nîn e.
Hevgirtin û hevtemamkirin şertekî sereke yê mayîn û serkeftinê ye.”
Piştre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso lidarxistina konferasnê pîroz kir û hêvî kir ku di aliyê akademiyan û perwerdeya fikirî di salên pêş de serkeftin û pêşketin bên bidestxistin.
Hiso di axaftina xwe de piştrast kir ku pêşxistina civakan bi perwerdeyên fikirî yên rastîn û demokratîk pêkan e.
Xerîb Hiso diyar kir ku bi saya akademiyên civaka demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan civak gihaşt asta têgihîştin û pêşketinê.
Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina akademiyên nû û berdewamkirina dewreyên perwerdeyê.
Akademiyên Civaka Demokratîk ji 6`ê Nîsana 2013`an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên perwerdeyê dimeşînin.