TJK-E: Em têkoşînê bigihînin asta herî bilind

Tevgerên Jinên Kurd yên li Bakur, Başûr û Ewropayê jî plansaziyên xwe yên 8’ê Adarê eşkerek kirin. Bang li jinan hemûyan hate kirin ku li dijî faşîzm, zayend-perestî, tecrîdê, 8’ê Adarê bikin roja asta herî bilind a têkoşînê. Her wiha jinan ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniek weşand.

TJK-E di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di nava şaristaniya kapîtalîst de qirkirineke mezn a çandî, civakî, siyasî û aborî li civakan û jinan tê ferzkirin.

TJK-E’yê got:

Jinên Kurd di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê; dem dema parastina jin a azad û civaka azad e’ têkoşîna xwe xurt dikin.

Têkoşîna azadiya jinên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanî û mirovahiyê, jiyaneke azad û demokratîk pêkan dike.

TJK-E: Di 8’ê Adarê de emê li qadan bin

TJK-E’yê destnîşan kir ku ewê 8’ê Adara 2021’an ji bo bidawîbûna polîtîkayên hovane, li qadan bin û wiha domand:

Pêngava me di 25’ê Mijdara 2020’î de dest pê kir, bi biryardarî û coşeke mezin digihînin 8’ê Adarê.

TJK-E banga tevlîbûna çalakiyan kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E herî dawî ev tişt anî ziman:

Di navbera 1-8’ê Adarê de em ê li dehan navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin, dakevin qadan.

Li navçeya Şirnex hezexê starta 8’ê Adarê hate dayîn

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi tevlîbûna bi dehan jinan starta 8’ê Adarê Roja Jina a Cîhanê hat dayîn.

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji bo ku ew sedsala 21 mîn bikin sedsala jinan, em bi îdiaya mezinkirina têkoşînê 8’ê Adarê li qadan bin.

Jinan di daxuyaniyê de bang li hemû jinan kirin ku tevlî xebatên 8’ê Adarê bibin.

Li Sertê Tevgera Jinên Azad -TJA bi boneya 8’ê Adarê bi slogana “Li dijî qirkirina jinê jiyanê li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin” daxuyanî da û starta xwe da.

Back to top button