Binpêkirinên mafên mirovan ên li Başûrê Kurdistanê, li paytexta Norwec Osloyê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê Komîteya Başûr a Norwecê ve hat birêxistinkirin û tê de, binpêkirinên mafên mirovan, girtina rojnamevanan û binpêkirina mafê derbirînê, yên li Başûrê Kurdistanê, li pêşiya Parlamena Norweçê hatin şermezarkirin.
Her wiha hat teqezkirin ku, divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê rêzê ji mafê derbirîn û yê demokrasiyê re bigire.
Her wiha banga serbestberdana rojnamevanên girtî û siyasetmedaran jî hat kirin.