20 “Çekdarên Hûsî”, bûn armanca êrîşên artêşa Yemenî, li parêzgeha Me’ribê.
Artêşa Yemenî roja Înê, berê topên xwe ji gelek aliyan ve, da nuqteyên “Çekdarên Hûsî” yên li bakur-rojavayê parêzgeha Me’ribê.
Artêşê ragihand ku, di encama vê êrîşê de, 20 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.
Li parêzgeha Hudeydayê jî rêjeya êrîşan di navbera herdu aliyên navborî de bilind bûye û duh bi taybet li gundewarên parêzgehê, di saetên şevê de, êrîşên dijwar rû dan.
Hat diyarkirin ku di van êrîşan de, kuştî û birîndarên çekdaran çêbûne.