Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid diyar kir ku di êrîşên li ser Eyn Îsayê de, Rûsya hekarê dewlet Tirk e û derfeta domandina êrîşan dide.
Hemîd El-Ebid bang li rêveberiya serokê Amerîkayê kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekinîn.
“Di êrîşên li ser Eyn Îsayê de Rûsya hevkarê dewleta Tirk e.”
Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid bi vê yekê bêdengiya hêza garantor Rûsya ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.
Rojane weke tê dîtin êrîşên dagirkeriyê li ser Eyn Îsa û deverine din ên herêmê hene, ev êrîş jixwe tevî hebûna hêzên qaşo garantor rû didin.
Hemîd El-Ebid diyar kir ku Rûsya bi erka xwe ranabe û derfetê dide dewleta Tirk a dagirker da ku êrîşên xwe yên li Eyn Îsayê bidomîne.
El-Ebid teqez kir ku divê gelên herêmê bi hêza garantor anku Rûsya bawer nekin û destnîşan kir ku rêveberiya herêmê rêzê ji tevahiya lihevkirinên navneteweyî re digire.
Dewleta Tirk a dagirker di encama êrîşên hovane de ku 9ê Cotmeha 2019an dabû destpêkirin, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kirin.
Lewra Rûsya weke hêzeke “garantorê agirbestê” navbera QSD û dewleta Tirk, piştî Lihevkirina Soçiyê ya 22ê Cotmeha 2019an, derbasî herêmê bû.
Hemîd El-Ebid: Divê Amerîka êrîşan bisekinîne
El-Ebid da xuyakirin ku ji dema ku Rûsya derbasî herêmê bûye, dagirkeriya Tirk asta topbarana xwe ya li eniyên şer zêde kiriye, armanca wê ji vê yekê ew e ku zextê li QSD’ê bike û berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî pêk bîne.
El-Ebid teqez kir, li hemberî tevahiya hewldan û planên dagirkirinê yên dewleta Tirk ji bilî berxwedanê û piştgiriya QSDê tu rêyên din tune ne.
Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid bang li rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk û terora wê bisekinîn û piştgiriya gelên herêmê bikin.