Salvegera 6.a rizgarkirina Til Hemîsê

Ji rojan, weke vê rojê, YPG û YPJ’ê 27’ê Sibata 2015’an navçeya Til Hemîsê ji nav lepên DAIŞ’ê rizgar kir û ewlehî li navçeyê vegerand. Bi salvegera 6. a rizarkirina navçeyê, şêniyên Til Hemîsê anî ziman ku piştî vê dîrokê, Til Hemîs cilê reş ji ser xwe avêt û yê spî li xwe kir û teqez kir ku niha Rêveberiya Xweser navçe di her qadan de bi pêş xistiye.

Şênî ku 3 salan ji ber hovîtiya DAIŞ’ê ji warê xwe koçber bûbûn, bi rizgarkirinê re, lê vegeriyan.

Piştî rizgarkirina 6 salan, Rêveberiya Xweser karî ewlehî û aramî li navçeyê peyda bike.

Şêniyê Til Hemîs yê bi navê Mihemed Ebdulrehman pêşketinên berbirçav ên piştî rizgarkirinê anî ziman.

Di dema serweriya DAIŞ’ê de, gelek xerakirin çebûbûn û em ji malên xwe koçber bûn.

Ji dema ku navçe ji destê van hovan hate rizgarkirin, li tevahiya qadan pêşketin çêbû.

Di warê xizmetguzariyê de jî, pêşketin ji bo peydakirina avê, vekirin û sererastkirina rêyan hebûn.

Her wiha di warê peydakirina kar, veguhastina sûkên bazirganiyê jî kar û xebat hatin kirin.

Şêniyekî din ê bi navê Ehmed Ebdulfetah cudahiya di serdema Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de jî bi bîr xist.

Piştî rizgarkirinê em ji navendîbûnê xelas bûn.

Dema yekî karên danûstandina kaxizan dikir, neçar di ma ku biçe navenda Hesekê û Şamê.

Lê niha bi saya Rêveberiya Xweser û pergala hevserokatiyê çi karê kaxizan hebe, şênî di saziyên Rêveberiyê yên li Til Hemîsê de çareser dikin.

Eşîrên Ereb mil bi mil bi hêzên herêmê re roleke girîng lîst û xaka xwe ji hovên DAIŞê rizgar kir.

Back to top button