Joe Biden: Îran ji cezayê nafilite

Serokê Amerîka Joe Biden destnîşan kir ku êrîşên Amerîka yên asîmanî li Rojhilatê Sûrî, divê Îran weke hişyarî lê binêre.

Piştî êrîşa li ser Îranê li Sûriyê, Joe Biden berê xwe da Tehranê û got:

“Hûn ji cezayê nafilitin”.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki jî, da zanîn ku ev erîşa asîmanî ku komên bi ser Îranê ve kir armanc, nameyeke ji Biden e ku ew ê parastina Amerîkayê bike.

Duh Amerîka li dijî çekdarên Îranê yên li Ebû Kemala Dêra Zorê ne, êrîşeke asîmanî pêk anî, di êrîşê de zêdeyî 22 alîgirên Îranê hatin kuştin.

Back to top button