Wezîrê Parastinê yê Qibris: Tirkiye metirsiyek domdar li ser ewlehiya Qibrisê ye

Wezîrê parastinê yê Qibrisê Charlam-pus Petri-des, dewleta Tirk bi binpêkirina biryarên navneteweyî yên der barê doza Qibrisê de tawanbar kir û diyar kir ku dewleta Tirk metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike.

detayan jî yên kşetiyên şer yên tirkiye li nava deryayê bidin

Charlampus Petrides piştrast kir ku li ser vexwendina sekreterê giştî ya NY welatê wî dê beşdarî civîna Cinêvê bibe ku dê aliyên pirsgirêka Qibrisê di dawiya meha Nîsanê li hev kom bike.

Petrides ji toreya El-Erebiyê re got:

“Ez dixwazim piştrast bikim ku pêwîst e çareserî li gorî lihevkirinên meclisa ewlehiya navneteweyî û nirx û bingehên yekitiya Ewropayê be.

Lê dewleta Tirk bi daxwaza xwe ya rakirina her du dewletan li Qibrisê, helwesteke xeternak nîşan dide.”

Wezîrê parastinê yê Qibrisê bal kişad ser girîngiya lihevkirinên di navbera Qibris û dewletên Kendavê de û ev tişt anî ziman:

Destwerdanên dewleta Tirk li herêmên rojhilatê Deryaya Navîn metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike.

Ji ber ku hêzeke leşkerî ya mezin aniye herêma ku li girava ku dagir kiriye.

Back to top button