Nivîskar Mizgîn Ronak, romana xwe gihand ber destê xwendevanên xwe

Romana nivîskara kurd Mizgîn Ronak a bi navê “Nobedarê Gulên Kobanê” ji Weşanên Sîtav derket. 

Mizgîn Ronak, di girtîgehê de şev û roj li ber radyo û televizyonê, guh li Berxwedana Kobanê vedike, êş, azar, kêfxweşî û serkeftina vî bajarê ku berxwedaneke dîrokî ji hemû cîhanê re diyarî kir, ji kezebê hîs kiriye.

Mirov dibêje qey nivîskar, gav bi gav li kolanên Kobanê geriyaye û deriyê her hewşê vekiriye.

Nivîskar, bi hostayî ji devê vî dînê pakrewan ku wijdanê mirovahiyê ye, Kobanê aniye ziman, kirinên şer lêpirsîn kiriye û rastî raxistiye ber çavan.

Mizgîn Ronak, Tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birîn.

Li gel hemû astengiyan bi salan weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha roman, çîrok û helbestên ku nivîsîne ji hêla weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin.

Back to top button