“Artêşa Etyopya û Erîtra li dijî Tîgrayê komkujî pêk anîne”

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê (Amnesty Internatîonal) ragihand ku artêşa Etyopya û leşkerên Erîtrayê li dijî herêmê Tîgrayê komkujî pêk anîne.

Serokwezîrê Etîyopya Abîy Ahmed yê 2018’an Xelata Aştiyê ya Nobelê standî, niha jî berpirsyarê komkujiyên artêşê yên li herêma Tîgreyê tê nîşandan.

Di raporekê de ku Rêxistina Navnetewî ya Efûyê (Amnesty Internatîonal) weşandî, cih da gotinên şahidên ku xwe li Sûdanê girtin û yên li bajarê Aksûmê yên Tîgreyê.

Di raporê de komkujiyên ku artêşê Mijdarê kirî hate parvekirin, hate gotin Etîyopya û artêşa welatê cîran Erître jî komkujî kiriye.

Dîrektorê herêmî yê Afrîkaya Rojhilat û Başûr ê Amnesty Deprose Muchena got her du artêşan sûcê mirovahiyê kiriye.

Muchena diyar kir di komkujiyan de li ser gelê Tîgreyê nexasim leşkerên artêşa Erîtreyê gelek komkujî kirine.

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etîyopyayê êrîş biribû ser Eniya Rizgariya Gel a Tîgray (TPFL) ku nûnertiya gelê Tîgra dike.

Di operasyona ku artêşê 4’ê Mijdara 2020’an bi rengê, ”hete biserxistin” dabû, despêkirin 28’ê Mijdarê bi dawî bûbû.

Back to top button