Ji bo hevserokatiya Partiya Çep 2 jin hatin hilbijartin

Ji bo hevserokatiya Partiya Çep a Alman, du jinan dengê herî zêde wergirtin û bi vî rengî û di vî warî de gaveke nû hat avêtin.

Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Hessenê Janîne Wîssler û Seroka Koma Meclîsa Eyaleta Thurîngenê Sûsanne Hennîg-Wellsow bûn hevserokên nû yên Partiya Çep.

Her du hevserokên nû, diyar kir ku hevserokatiya du jinan ji bo partiyê wê jinan teşwîq bike ku ji bo mafên xwe tevlî nava partiyê bibin.

Hevserokan soz da ew ê, wekheviya di navbera jin û mêran de xurt bikin û dawî li bazirganiya çekan bînin.

Hevseroka nû Janîne Wîssler diyar kir NATO li dijî Kurdan di bin xizmeta Tirkiyê de ye, lewra banga ji hev xistina NATO’yê kir.

Back to top button