QSD: DI 24 SAETAN DE 112 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li Baxozê şer di navbera Hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî berdewam dike.
Têkildarî encama 24 saetên dawî yên şer, Navenda Ragihandina QSD’ê daxuyanî da.
Li gorî vê yekê ji doh ve 112 çete hatine kuştin.

 

Navenda Raghandina QSD’ê têkilîdarî encama şerê 24 saetên dawî ji operasyona şervanan a li dijî DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî dan.

Hejmareke mezin ji çeteyan ku gelek xwekuj di nav wan de hebûn, bi êrşeke dijber hewl dan, derverên rizgarkirî vegerînin bin dagirkeriya xwe.

Lê belê şervanan derbên xurt li wan dan û êrşên wan têk birin.

Di encamê de hejamreke mezin a çeteyan hatin kuştin.

Di saetên sibeha îro de ji, hewldaneke êrîşê ya çetayan çêbû.

Li ser bersivdayina şervanan şer derket û 15 çete hatin kutşin.

Balafirên Koalsîyonê jî, êrîşên hewayî bi ser çeteyan de pêk anîn.

Li aliyekî din jî, şervan piştî şerên dijwar pêş ketin û cend nuqte rizgar kirin.

Tevî ku çeteyan bi 20 êrşkarên xwekuj êrîş kirin jî, lê belê şervanan hemû êrîş têk birin û çete nekarîn bighêjin aramnca xwe.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku, di encama van şeran de, 112 çete hatin kutşin.

Koalîsyonê 55 êrîşên hewayî pêk anîn.

2 erebyên leşkerî hatin teqandin.

5 navendên leşkerî hatin rûxandin.

Navendê di bîlançoya doh de jî ragihand ku, 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button