Çalakiya greva birçîbûnê 94 roj li pey xwe hişt

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ebdullah Ocalan, li Girtîgehan û dervî wê mezintir dibe.

Parêzer Fûat Coşacak destnîşan kir ku, divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û lêgerînên ji bo çareseriyê ji nû ve bikevin rojevê.

Endamê Komîteya Erebî ya Azadiya Rêber Ebdullah Ocalan Recaî Feyid jî, anî ziman ku azadiya Rêbertî daxwazeke erebî ye jî.

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ebdullah Ocalan, bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li 107 girtîgehan destpêkirî, di roja 94. de didome.

Li Mexmûrê jî, çalakiya grevê ev 73 roj û li Yewnanistanê jî 56 roj in dewam dike.

Parêzer Coşacak: Divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn

Li ser mijarê, Parêzer Fûat Coşacak destnîşan kir ku, divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û lêgerînên ji bo çareseriyê ji nû ve bikevin rojevê.

Parêzer Fûat Coşacak diyar kir ku êşkence li Îmraliyê bi rêk û pêk tê kirin û got:

“Mafê bingehîn, wekheviya destûra bingehîn a mirovên li Îmraliyê tê binpêkirin.

Sekneke mirovî ye ku bê xwestin, hemû saziyên demokratîk bi qanûnî li ber vê yekê rabin.”

Recaî Feyid: Azadiya Ebdullah Ocalan daxwazeke erebî ye jî

Endamê Komîteya Erebî ya Azadiya Rêber Ebdullah Ocalan Recaî Feyid, piştrast kir ku azadiya Ebdullah Ocalan daxwazeke erebî ye jî.

Feyid destnîşan kir ku ji bo pêkanîna armancên yekgirtî yên komîteyên azadiya rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna koordîneyê, peywendî bi gelek komîteyên navneteweyî re hatin danîn.

Li bajarên Almanya banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Her wiha ji bo rakirina tecrîdê, li gelek bajarên Almanyayê çalakî pêk hat.

Li bajarê Hannover ê Almanyayê tecrîda li ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin û piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de hate kirin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Stûttgart ê Almanyayê jî ku bi heman armancê hatibû lidarxistin, duh bi mîtîngekê bi dawî bû.

Back to top button