Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirina siyasî dewam dikin. Polîsên Tirk li Qeser û Nîsebînê bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
Di saetên serê sibehê de polisan li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê bi ser malan de girt.
Polisan, di serdegirtinan de deriyên malan şikandin û Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Nisêbînê Hêvîdar Dînç jî di nav de 3 kesan binçav kir
Hat hînbûn ku derbarê hin kesên din de jî biryar binçavkirinê heye.
Polîsên Tirk duh jî li Amedê endamê Hevserokên MEBYA-DER’ê jî di nav de gelek kes girtibû.