Mait: Dewleta Tirk 1316 zarok li Bakurê Sûriyê kirine leşker

Saziya Mafên Mirovan a Mirsî “Mait” eşkere kir ku Tirkiye ji 2014’an heya sala 2019’an ve hezar û 316 zarok li herêmên dagirkirî yên Sûrî kirine leşker. Maitê da xuyakirin ku Tirkiyê li Lîbyayê tenê, zêdeyî 380 zarokî ji bo siyaseta xwe bi kar anîbûn.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi her awayî hewl daye ku lingê xwe ji bo pêkanîna ajindeyên siyasî li herêmê bigire.

Lê ji ber ku nekarî vê yekê bi tena xwe bike, ser li avakirina çeteyan da.

Dagirkeriyê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heya vê rojê hejariya Sûriyan ber bi dest tîne û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Di vê derbarê de, Saziya  Ma’it a Aştî û Mafên Mirovan a Misrî bi navnîşana “têveçûna Tirkiyê di leşkerkirina zarokan li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê de” da xuyakirin ku Tirkiye ji sala 2014’an heya 2019’an hezar û 316 zarok li bakurê Sûriyê kirine leşker.

Maitê da zanîn ku bêdengiya civaka navneteweyî, Tirkiye û çeteyên bi ser wê ve han da ku sûcên şer “di nav de leşkerkirina zarokan” bikin.

Saziyê di rapora xwe de diyar ki ku çeteyên Tirkiyê gelek rêbazan bo leşkerkirina zarokan bi kar tînin û wan li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî tev li şerê dijî Kurdan dikin.

Maitê her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya kompaniyên ewlehiyê, zêdeyî 380 zarokên temenbiçûk ên bakurê Sûriyê piştî perwerdekirinê, ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê, şandibûn Lîbyayê.

Vê yekê hişt ku 25 ji wan di şer de bên kuştin.

Maitê got:

“Tirkiye û çeteyên xwe, zarokan rasterast li eniyan bi kar tînin. Her wiha wan ji bo karên sîxuriyê bi kar tînin.

Mînaka vê yekê jî ew e çeteyan Nîsana 2020’an 2 zarokên 15 salî bi cilên şivanên pez ber bi kombûneke QSD’ê ve şandibûn, da xwe biteqînin.”

Saziya Mait a Mafên Mirovan bi bîr xist ku Tirkiyê beşdarî piraniya hevpeymanên navneteweyî yên qedexekirina leşkerkirina zarokan bûye, tevî wê jî, vê hevpeymanan paşguh dike û li Sûriyê heya vê rojê zarokan ji bo berjewendiyên xwe, bi ceng û mirinê re rû bi rû dike.

Back to top button