Mihemed Helbusî: Divê Îran û Tirkiyê dest neavêjin karûbarê navxwyî yê Iraqê

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî piştî daxuyaniyên balyozên Îran û Tirkiyê yên dijî hev balyozên herdu welatan hişyar kir.

Mihemed Helbûsî daxwaz ji balyozên Îran û Tirkiyê kir ku dest neavêjin karûbarê navxweyî yê Iraqê.

Helbusî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku divê Îran û Tirkiyê rêzê li serweriya Iraqê bigrin.

Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescîdî daxwaz ji Tirkiye kir ku hêzên xwe li Iraqê vekêşe û gefên Tirkiye yên li ser Şengalê jî red kir, Balyozê Tirkiye yê li Bexdayê jî li dijî daxuyaniya wî derket.

Back to top button