Mafnas Heysem Bekir: Dewleta Tirk li Garê sûcên dermirovî pêk anîn

Der barê kuştina dîlên li Garê bi destê Tirkiyê de, hiquqnas Heysem Bekir diyar kir ku dewleta Tirk bi vê yekê 2 sûcên dermirovî pêk aniye û da zanîn ku Malbatên dîlgirtiyan dikarin li dijî Erdogan gilînameyan pêşkêş bikin.

Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Sibatê bi awayekî hewayî û bejahî êrişî herêma Garê kir û şer 4 rojan berdewam kir.

Li gorî çavdêrên ku rewşa Kurd dişopînin, artêşa Tirk a dagirker ji bo serkeftinekê li derve pêk bîne û zexeta hûndirîn a ku AKP’ê zehmetiya jê dikşîne sivik bike, ev êriş pêk anîn. di heman demê de ji ber ku hilbijartinên serokatiya Tirkiye jî nêzîk bûye.

Lê Erdogan bi vê êrîşê negihişt armanca xwe û bi çekên kimyewî her 13 dîlên xwe dan kuştin.

Hiqûqnas Heysem Bekir diyar kir ku piştî binketina êrîşên wan ên li dijî herêma Garê, dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya AKP’ê 13 dîlên xwe bi çekên kimyewî dan kuştin.

Heysem Bekir: Malbatên dîlgirtiyan dikarin gilînameyan li dijî Erdogan pêşkêş bikin

Her wiha Bekir da zanîn ku PKK’ê normal dîlgirtiyên artêşa Tirk a dagirker bi rêya diyalogan û bi awayekî aştiyane radest dike û di dîroka (HPG) de, dîlên şer ên dewleta Tirk nehatine kuştinin.

Heysem Bekir da zanîn ku malbatên dîlgirtiyên bi destên dewleta Tirk hatine kuştin, dikarin li dadgehên dewleta Tirk gilînameyan li dijîû Erdogan pêşkêş bikin.

Back to top button