Amnesty International ji bo azadiya girtiyên Behdînanê des bi pêngavekê kir

Piştî şandina nameyek ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo azadiya girtiyên Behdînan dest bi pêngavekê kir.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ji bo piştgirî û azadiya 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan ên girtî bi riya înternetê dest bi pêngaveke komkirina îmzeyan kir.

Rêxistinê diyar kir ku ev her 5 kes neheq hatine girtin û daxwaz ji Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo berdana wan kar bike.

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkdana aramiya Başûrê Kurdistanê” ji bo her yek Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Back to top button