HDP: AKP’ê ji ber berjewendiyên xwe peymana Dolmabahçeyê red kir

HDP’ê, derbarê salvegera Peymana Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HDP’ê diyar kir peyman di navbera HDP’ê, di şexsê birêz Ocalan de bi rayedarên dewletê re hate meşandin û got, “AKP, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên şexsî û biçûk, Peymana Dolmabahçeyê înkar dike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî salvegera Peymana Dolmabahçeyê ku di 28’ê Sibata 2015’an de di navbera heyeta Îmraliyê û hikumeta AKP’ê de hat îmzekirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Peymana Dolmabahçeyê di dîroka Tirkiyê de pêngava herî giring a ji bo pêkanîna daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê ya gelên Tirkiyê bû.

HDP’ê diyar kir Peymana Dolmahçeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd qonaxeke dîrokî ye got,

“Pêvajoya Peymana Dolmabahçeyê, di navbera hemû pêkhateyên HDP’ê, di şexsê birêz Ocalan de bi rayedarên dewletê re hate meşandin. Armanca sereke ya Peymana Dolmabahçeyê çareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Lê mixabin AKP’ê, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên şexsî û biçûk, Peymana Dolmabahçeyê red kir û înkar dike.”

HDP’ê da zanîn îradeya ku li Dolmabahçeyê derket meydanê û ji aliyê gelek pêkhateyên civakê ve hatibû xwestin, paşê ji aliyê AKP’ê ve hat redkirin û wiha dewam kir,

“Ji ber ku ev Peyman riya çareseriyeke demokratîk û aştiyane nîşan dide û rê li ber hişmendiya otorîter a AKP’ê digire, lewma piştre ev wek tune hat hesibandin.”

HDP’ê eşkere kir ku redkirina Peymana Dolmabahçeyê, redkirina îradeya çareseriya demokratîk û ferzkirina polîtîkayên şer û pevçûnê bû û got,

“Ji wê rojê heta niha li Tirkiyê alozî zêdetir bûn. Di ser re 6 sal derbas bûn û îro jî Peymana Dolmabahçeyê dikare bibe bingeha çareseriyeke mayînde.”

Back to top button